Li Efganistanê du leşkerên Emerîkî mirin

Li gorî daxuyaniya mîsyona Resolute Suuport a ku ji aliyê NATO'yê ve tê birêvebirin, li Efganistanê du leşkerên Emerîkî mirine.

Resolute Support ku wezîfeya xwe ew e ku şêwirmendiyê ji leşkerên Emerîkî re bike û wan perwerde bike, der barê her du leşkeran de detayên din neda. Agahî nehate dayin ku leşker li ku, kengî û di nava kîjan şert û mercan de mirine.

Li Efganistanê ji destpêka salê ve herî kêm neh leşkerên Emerîkî mirin. Hatibû ragihandin ku sala 2018'an 12 leşkerên Emerîkî hatine kuştin. Di Nîsana 2019'an de di êrîşeke xwekujî de ya li dijî konvoyeke leşkerî 3 leşkerên Emerîkî miribûn.

Ji dema şerê dagirkeriyê yê sala 2001'ê û vir ve 2.300 leşkerên Emerîkî li Efganistanê mirine.

Ji havîna sala derbasbûyî û vir ve di navbera DYE û Talîbanê de hevdîtin pêk tên. Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Mike Pompeo Sêşemê bi rengekî surprîz serdana Qabûlê kir û diyar kir, ew hêvî dike ku beriya Îlonê bi Talîbanê re peymaneke aştiyê amade bikin.