Li Efganistanê di êrîşên Talîbanê de 23 leşker û polîs mirin

Li Efganistanê di nava 24 saetan de Talîbanê sê êrîşên cihê li dar xistin û herî kêm 23 leşker û polîs hatin kuştin.

Li eyaletên bakurê welat ev êrîş hatin lidarxistin.  Talîbanê li herêma Balhê girtin ser qereqolê. Li gorî hin rayedaran 7 û li gorî endamekî meclîsa eyaletê jî 9 polîs mirin û agahî ji 4 polîsan nayê stendin.

Li eyaleta Kunduzê jî Talîbanê nîvê şevê girtin ser bendeke kontrolê û 9 endamên ewlekariyê kuştin. Ev êrîş li navçeya Daşte Arşî hate lidarxistin. Talîbanê li navçeya Dardak a li ser sînorê Tacikistanê jî girtin ser bendeke kontrolê û 7 endamên ewlekariyê kuştin.

Talîbanê berê di zivistanê de navber dida çalakiyên xwe û biharî dest bi pêngavan dikir.

Talîbanê roja Duşemê daxuyanî dabû û diyar kiribû di navbera wan û DYE’yê de muzakere hene û di van muzakreyan de ew ê agirbestê nekin.

Talîbanê bal kişandibû ser vî tiştî dibe ku ew şîddeta xwe kêm bikin.