Li Efganistanê agirbest didome: 300 Talîbanên din hatin berdan

Li Efganistanê bi wesîleya Cejna Qurbanê, agirbesta di navbera hikumetê û tevgera Talîban de berdewam dike. Hikumetê di çarçoveya lihevkirinekê de 300 endamên din ên Talîbanan berda.

Talîbanan serê Cejna Qurbanê ji bo sê rojan agirbest îlan kiribû. Hikumetê jî bi heman şêweyî biryara rawestandina operasyonan dabû.

Agirbest di roja sêyem de jî xirab nebû. Li piraniya Efganistanê aramî çêbû. Berpirsyaran dan diyarkirin ku ji roja Înê ve bi ti şêweyî pevçûn çênebûye.

Ev agirbest di nava 20 salên şer de agirbesta sêyemîn a fermî ye.

Ji beriya ragihandina agirbestê Serokkomar Eşref Ganî û tevgera Talîban peyama ku wê piştî Cejna Qurbanê dest bi mûzakereyên aşitiyê bikin dabûn.

Di çarçoveya lihevkirina dîrokî ya meha Sibatê ya li bajarê Doha ya Katarê ya di navbera DYE û Talîbanan de hatî îmzekirin, pêwîst bû ku roja 10’ê Adarê di nava hikumet û Talîbanan de mûzakere destpê bikira.

Dihate çavdêrîkirin ku li gorî lihevkirinê hikumeta Efgan 5 hezar girtiyên Talîbanan û Talîban jî 1000 endamên hêzên ewlekariyê berde.

Konseya Ewlekariya Netewî ya Efganîstanê diyar kir ku wê ji roja Înê û pêve 300 girtiyên din ên Talîbanan berdin.

Bi vî şêweyî giştî hejmara Talîbanên hatîn berdan 4900 derbas kir. Lê belê hikumet li gorî lîsteya Talîbanan dayî nêzî 100 girtiyan bi hinceta “sûcên mezin” kirine û “gelek xeter in” berdana wan napejirîne.

Talîbanan jî diyar kir ku di derbarê guherîna girtiyan de wê teahûtên xwe bi cih bîne.