Li Efganistanê 2 dadgerên jin hatin kuştin

Li paytexta Efganistan Kabûlê, 2 dadgerên jin ên ji Dadgeha Bilind re dixebitîn bi êrişeke çekdarî hatin kuştin.

Berdevkê Dadgeha Bilind Ahmed Faehîm Kavîm got, "Mixabin di encama êrişeke çekdarî de du dadgerên jin jiyana xwe ji dest dan. Ajokarên wan jî birîndar bûn."

Berdevk diyar kir ku her du dadgerên jin serê sibehê dema ku diçûn ser karê xwe, bûn hedefa êrişa çekdarî.

Berdevkê Midûriyeta Eminiyetê ya Kabûlê Ferdaws Farmarz jî ragihand ku êriş li gorî dema herêmê saet di 08:30'î de li navenda bajêr pêk hat.

Li gorî çavkaniyên dadgehê, li Dadgeha Bilind zêdeyî 200 dadgerên jin hene.

Li Efganistanê hefteyên dawî xebatkarên medyayê, siyasetmedar û parêzvanên mafên mirovan jî di nav de gelek kes bûn hedefa êrişan.

Rayedarên Efgan, tevgera Talîbanê weke berpirsyarê van êrişan dibîne. Lê belê heta niha çeteyên DAÎŞ'ê berpirsyariya hin êrişan dane ser milê xwe.

Artêşa Emerîkayê yekemcar hefteya derbasbûyî Talîban weke berpirsyarê êrişan nîşan da.