Li DYE'yê ji ber bahozê herî kêm 23 kes mirin

Li Alabama ya li başûrê rojhilat ê DYE'yê ji ber bahozê herî kêm 23 kes mirin.

Li Alabamayê bahozeke mezin rabû. Ji ber bahoza dijwar bi hezaran xanî bê elektrîk man û xisareke giran rû da. Li gorî medya herêmî, şefê konta Lee Jay Jones got, "Mixabin hejmara miriyan bihîştiye 23 kesan."

Şerîf Jones diyar kir, gelek kes jî winda ne û rewşa hin ji birîndarên rakirine nexweşxaneyê giran e.

Rayedarên nexweşxaneyê gotin, çend ji kesên jiyana xwe ji dest dane zarok in.

Serokê DYE'yê Donald Trump li ser hesabê twitterê sersaxî xwest û got, "Ba û bager bi rastî jî dijwar bûn, dibe ku bahozên din jî rû bidin."