Li DYE'yê êrişa çekdarî: 8 kes mirin

Li bajarê Îndîanapolîsê yê DYE'yê, di êrişeke çekdarî de 8 kes mirin, gelek kes jî birîndar bûn.

Berdevka polîsan Ganae Cook daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku êrişa çekdarî li navenda şandina name û koliyan li FedEx'ê pêk hat.

Li gorî daxuyaniyê 8 kes mirin, gelek kes jî birîndar bûn. Hate ragihandin ku êrişkar dawî li jiyana xwe anî.

Êrişên çekdarî yek ji girîngtirîn pirsgirêkên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ye ku timî dikeve rojevê.

9'ê Nîsanê li Texasê li firoşgehekê kesek hatibû kuştin û gelek kes jî birîndar bûbûn.

Ev êriş çend saet piştî pêşkêşkirina plana Serokê DYE'yê Joe Biden a ji bo têkoşîna li dijî tundiya çekdarî, pêk hat.

31'ê Adarê li nêzî Los Angelesê di êrişeke çekdarî de yek jê zarokekî 9 salî 4 kes hatibûn kuştin. Meha Adarê di du êrişan de 18 kes hatibûn kuştin. Li ser vê yekê nîqaşên têkildarî çekan ji nû ve dest pê kiribûn.