Li DYE'yê dînozorekî 68 milyon salî hate dîtin

Fosîlên li nêzî bajarê Denver ê DYE'yê hatin dîtin, eşkere bû ku yê dînozorekî ji cureyê Triceratops e ku berî 68 milyon salî hebû.

Li Highlands Ranch a eyaleta Colorado ya DYE'yê hestiyên dînozorekî di dema karê înşaetê de hate dîtin. Hestî ji aliyê rayedarên muzeya Denver Museum of Nature & Science hatin lêkolîn. Di encama lêkolînê de eşkere bû ku hestî yê dînozorên ji cureyê Triceratops e.

Ji rayedarên muzeyê Tyler Lyson diyar kir, lêkolîna wan a li ser fosîlan didome.

Nifşê dînozorê Triceratops berî 65 milyon salî ji holê rabû. Tirceratops weke dînozorê ku sê qiloçên xwe hene û giha dixwe, tê naskirin. Li ser çavên wan du qiloçên mezin, li ser bêvila wan jî qiloçekî biçûk heye.

Li gorî zanyaran, ji ber ku ev cureyê dînozor gelekî hêdî tevdigeriya dibû hedefa dînozorên din ên goştxur. Tê texmînkirin ku ev cureyê dînozor bi qasî deh metreyan dirêj û şeş tonî jî giran bû. Fosîlên vî cureyî beriya niha jî li eyaleta Colorado hatibûn dîtin.