Li DYE’yê krîza dîwar: Hejmara penaberan pir zêde bû!

Li aliyekî krîza di navbera serokê DYE’yê Donald Trûmp û Partiya Demokrat de didome, li aliyê din hate ragihandin ku hejmara penaberên bi malbatên xwe re li ser sînor hatî girtin pir zêde bûne.

Beriya niha dîwarê di navbera DYE û Meksîkayê de hatî çêkirin, bibû sedema krîzê û ev krîz hê jî nehatiye çareserkirin. Serokê DYE’yê Donald Trûmp hevdîtina di vê mijarê de ku bi Serokê Meclîsa Nûneran Nancy Pelosi û Serokê Koma Demokratan ê Senatoyê Chuck Schumer pêk dianî, terikand. 
Trûmp, ji ber dij derketina Demokratan ku di Meclîsa Nûneran de, ji du baskên Kongreyê yek jê ne, nikare 5,7 mîlyar dolarê ku li butçeyê zêde kirî bigire. 

HEJMARA PENABERÊN LI SER SÎNOR HATÎ GIRTIN GIHAŞ ASTA HERÎ JOR

Li aliyê din, di nav nîqaşan de daneyên ku hatî eşkerekirin, hejmara penaberên bi qaçaxî û bi malbatên xwe re ketî welêt, gelek zêde bûye. 

Li gorî daneyên Wezareta Ewlehiya Hundir, meha Çile 50 hezar 753 penaber dema dixwestin ji sînor re bi qaçaxî derbas bibin hatine girtin. Di nav van de hejmara penaberên ku bi malbatên xwe re hatî gihaştiye 27 hezaran. 

Di daxuyaniya Wezaretê de sala 2017’an her meh nêzî 13 hezar kesan dema xwestî bi malbatên xwe re ji sînor derbas bikin hatine girtin. 

Li gorî heman daneyan meha bihurî, hejmara kesên bi malbatên xwe re hatî DYE’yê 95 ji sedî zêdetir ji welatên Emerîkaya Navîn ên weke Guatemala, Honduras û Salvadorê ne. Werzaretê ragihand ku di nav kesên ku dixwazin tenê derbasî Emerîkayê bibin hejmara herî zêde ji zilamên Meksîkayê pêk tê.