Li DYA'yê ji ber bikaranîna narkotîkê emrê mirovan kêm bû

Li gorî raporeke li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hate weşandin, ji ber bikaranîna madeyên narkotîkê bi rêjeyeke bilind, emrê mirovan kêm bûye.

Li DYA'yê, sala 2017'an emrê mirovan ji bo zilaman li gora 76.1 salî, ji bo jinan jî li dora 81.1 salî bû. Emrê mirovên li DYA'yê sala 2014'an li dora 78.9 salî bû. Ev yek li gorî emrê mirovên li Ewropayê gelekî kêm e. Li Rojavayê Ewropayê emr bi giranî di ser 80 salî re ye.

Şefê statîstîkên mirinan ên Navenda Neteweyî ya Statîstîkan a Tenduristiyê diyar kir, ji sala 1919'an dema şewba mezin a grîbê û vir ve cara yekê ye emrê mirovan ewqasî kêm bûye.

Midûrê Navenda Kontrol û Pêşîgirtina li Nexweşiyan jî got, "Ev dane hişyariyê didin me û nîşan dide ku gelek Amerîkî ji ber sedemên ku pêşî li wan dikare bê girtin mirine." Felaketa narkotîka bi rêjeya bilind (overdoz) destpêka salên 2000'î dest pê kir. Ev zêdebûna bikaranînê, çar salên dawî dewam kir.

Sala 2017'an nêzî 70 hezar Amerîkî ji ber bikaranîna zêde ya madeyên narkotîkê mirin. Li gorî sala 2016'an bi rêjeya 10 ji sedî zêde bûye.

Şefê statîstîkan ê Navenda Neteweyî ya Statîstîkên Tenduristiyê got, "Em welatekî pêşketî ne. Hêviya jiyanê divê kêm nebe, lê zêde bibe."