Li DYA jimarên îstîhdamê ketin
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, di dawiya sala 2016’an de rêjeyên bêkariyê ji bendewariyê kêmtir zêde bûn, lê di jimarên nû yên qadên îstîhdamê de jî ketin heye.
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, di dawiya sala 2016’an de rêjeyên bêkariyê ji bendewariyê kêmtir zêde bûn, lê di jimarên nû yên qadên îstîhdamê de jî ketin heye.
Li gor daneyên Wezareta Xebitînê ya Federal, rêjeya bêkariyê ya li DYA, bi zêdebûnek 0,1 pûanî di meha Kanûnê de gihiştiye 4,7’an.
Hat destnîşankirin, jimara bêkariyê ku li welêt heta 156 hezaran çûye, di bin texmînê de zêde bûye. Dihat texmînkirin ku rêjeya bêkariyê di dawiya meha Kanûnê de bigihêje 4,8’an.
Li gor heman daneyan, sala 2016’an li DYA bi giştî 2 mîlyon û 160 hezar qadên nû yên kar hatine avakirin, zêdebûna saeta kar bi navînî bûye qasî 10 sentî. Di meha Mijdarê de miz, 0,1 pûanî kêm bûbûn, meha Kanûnê 0,4 pûanî zêde bûn.
Li gor daneyan, di dema Barack Obama de ku wê 20’ê Çileyê wezîfeyê dewrî Donald Trump bike, bi giştî 11,3 mîlyon qadên nû yên îstîhdamê hatine avakirin.
Lê, sala 2015’an mehane 229 hezar qadên îstîhdamê dihatin avakirin,sala 2016’an ev hejmar bi 180 hezarî sînordar ma.