Li DYA, bi mîlyonan kes bi çeka dagirtî digerin

Li gorî lêkolîneke ku li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hate kirin, bi mîlyonan kes, tevî çeka dagirtî li nava kolanan digerin.

Êrîşa giran a 1'ê Cotmehê ya li Las Vegasê, careke din raxist pêş çavan bê qanûnên li ser peydakirina çekan ên li DYA çiqasî sist in.

Li gorî lêkolîna ku li Amerîcan Joûrnal of Pûblîc Healthê hate weşandin, li DYA her roj bi mîlyonan kes bi çekên ku gule li ber dev e, digerin.

Di lêkolînê de hat ragihandin, ku rojane 3 mîlyon mirov li DYA bi çeka dagirtî derdikevin kolanan. Piraniya wan jî ciwan in û li eyaletên başûrê rojhilat in.

Di çarçoveya lêkolînê de, sala 2015'an bi 1.444 kesên çeka wan hene hevdîtin hate kirin. Li gorî vê yekê, piraniya kesên ku çeka wan bi fîşekan dagirtî ye û bi vî rengî derdikevin derve, mêr in. Li gorî heman lêkolînê, 80 ji sedî yên kesên xwedî çek, destûrnameya ji wan re hatiye dayin rê nade ku çeka wan dagirtî be.

Du ji sê kesên xwedî çek anîn ziman, ku ew çeka xwe vedişêrin ji bo neyê dîtin, lê 10 ji sedî gotin, pêwîstî bi veşartina çekê nabînin.

Li DYA, her sal ji ber êrîşên çekdarî bi qasî 30 hezar kes jiyana xwe ji dest didin. Herî dawî li Las Vegasê, di êrîşa çekdarî ya li konserekê de ku ji aliyê Stephen Raddock ve hate kirin, 58 kesan jiyana xwe ji dest dan.