Li dijî şîdeta polîsên Fransayê meşeke girseyî hat lidarxistin
Ji ber cînayet û şîdeta polîsan, ku di salên dawî de li Fransayê zêde bûye, xwepêşandaneke protestoyî ya girseyî hat lidarxistin.
Ji ber cînayet û şîdeta polîsan, ku di salên dawî de li Fransayê zêde bûye, xwepêşandaneke protestoyî ya girseyî hat lidarxistin.
Meşa protestoyî li paytext Parîsê pêk hat û ji gelemperiya welêt tevlîbûn çêbû. Li gorî polîsan 7 hezar 500 kes, li gorî amadekaran jî zêdeyî 10 hezar kes tevlî bûn.
Çalakger bi pankarta bi nivîsa "Edalet û rûmet; dawî li destnedana polîsan bînin" ji Meydana Natîon heta Meydana Repûblîqûe meşiyan. Di çalakiyê de wêneyên 13 kesên ji aliyê polîsan ve yan jî bi şîdeta polîsan hatine kuştin, hatin hilgirtin.
Partiya Antî-Kapîtalîst a Nû (NPA), Attac, CGT, Solîdaîres, sendîkaya CNT û gelek saziyên mafên mirovan piştgirî dan çalakiya li dijî şîdeta polîsan.
Di dema meşê de li hin cihan di navbera polîsan û xwepêşandêran de şer derket û polîsan bombeyên ku çavan dişewitînin bi kar anîn.
Di salên dawî de, piraniya wan biyanî gelek ciwan di dema kontrola polîsan an jî operasyonên polîsan de jiyana xwe ji dest dan. Herî dawî di 2'ê Sibatê de li bajarê Aûlnay-soûs-Boîsê, polîsan şîdet li ciwanekî reşik ê bi navê Thêo kir û ji aliyê kesekî li herêmê derbas dibû ve dîmenê destavêtina bi ço hatibû kişandin. Bûyerê li Fransayê deng vedabû, lê belê tenê bi sûcdariya îşkenceya fîzîkî lêpirsîn li polîsan hatibû vekirin.