Li dijî guşarên Îranê Ewropayê daxuyanî hevpar da

Piştî ku DYA'yê piştrast kir ku guşarên DYA'yê yên li ser Îranê wê 5'ê Mijdarê dest pê bikin, YE'yê û sê welatên mezin ê Ewropayê daxuyanî hevpar dan û gotin ew alîgir in ku bazirganiya bi Îranê re were parastin.

Yekîtiya Ewropayê (YE), Brîtanyaya Mezin, Elmanya û Fransayê daxuyaniyek hevpar dan û li dijî guşarên DYA'yê yên li ser Îranê sekinînin.

Wezîrên Karê Derve yê sê welatan û Nûnera Payebilind a arê Derve ya YE'yê Federîca Mogherînî bi daxuyaniyeke îmzekirî bal kişandin pêdiviya peymana nukleer (JCPOA) a 2015'an a bi Îranê re.

Di daxuyaniyê d peymana ku pê tesîsên nukleer ên Îranê ji kontrola navnetewî re hatin vekirin ji bo Rojhilata Navîn, Ewropa û hemû cihanê girîng e û diyar kirin ku divê peyman were parasyin.

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku ew dixwazin têkiliyên bazirganî, darayî û îxracata petrol û xaza sirûştî ya li gel Îranê bidomînin.