Li dijî Erebîstana Siûdî bi fuzeyan êrîş hate kirin

Hêzên parastina hewayî yên Siûdî ragihandin ku pêşî li du fuzeyê balîstîk hatine girtin ku ji Yemenê ber bi Riyadê ve hatin avêtin. Hûsiyan jî diyar kirin ku wan li hedefa xwe xistine.

Televîzyona dewletê El Ekberiyeyê ragihand, ku du fuzeyên balîstîk ên ji aliyê raperînerên Hûsî ve hatin avêtin li ser Riyadê hatine bêbandorkirin. Hate gotin, ji ber êrîşên bi fuzeyan zerar bi tiştekî nebûye.

Hûsiyan jî bi rêya televîzyona xwe El Masîra diyar kirin ku wan êrîşa bi fuzeyan kirine. Hûsiyan dan xuyakirin ku armanca êrîşê Wezareta Parastinê ya li Riyadê bû û wan li hedefa xwe xistine.

Lê belê berdevkekî Koalîsyona Ereb a bi pêşengiya Erebîstana Siûdî diyar kir ku ev îdîa ne rast e.

Nûçegihanê AFP'ê yê li Riyadê ragihand, herî kêm sê çar teqînên dijwar rû dane.