Li dêrê destdirêjiya li bêhtirî 100 zarok hatiye veşartin

Derket holê ku li dêrek a Brîtanyayê bêhtirî 100 zarokên kur rastî destdirêjiyê hatine û ev rewş hatiye veşartin. Kiryar di sala 2018'an de bêyî ku cezayê xwe bistîne mir.

Di salên 1970 û 1980'î de li Brîtanyayê derket holê ku zêdeyî sed zarokên kur li dêran rastî êrîşa zayendî hatine û ev bûyer bi salan di nava Dêra Brîtanyayê de hatiye veşartin. Berpirsyarê êrîşa zayendî ku weke serokekî xwedî otorîteya olî tê naskirin parêzer John Smyth e. Smyth ê ku li kampên havînê yên Xiristiyanan li dijî zarokên nas kiriye êrîşên zayendî pêk aniye, di sala 2018'an de di 77 saliya xwe de mir.

SERPÎSKOPOS 'PIŞTGUH KIRIYE’

Hat hînbûn ku tevî haya serpîskopos ji detayên bûyerê hebû jî, mijar nebir ber destê dadgeriyê. Smyth bêyî ku cezayê xwe bistîne, mir.

Li gorî lêkolîna koma serbixwe, Smyth weke sucdarê mezin ku gelek êrîşên zayendî li dêra Brîtanyayê kiriye, hat pênasekirin. Li gorî raporê, Smyth li Brîtanyayê di navbera 26 û 30 ciwanan de îstîsmar kiriye. Smyth ê piştî ku derbasî Efrîkayê bû jî sûcên xwe berdewam kir, li wir nêzî 100 kurên di navbera 13-17 salî de îstismar kir.

SERPÎSKOPOS QEBÛL KIR LÊ ÎSTÎFA NAKE

Piştî ku delîlên li ser bûyerê hatin eşkerakirin, Serpîskoposê Ganterbury Jûstîn Welby ji mexdûran lêborîn xwest, lê tevî ku qebûl kir ku ew bi têrkerî li ser bûyerê nesekiniye jî, îstifa nekir. Gelek li hundir û derveyî dêrê zextê dikin ku Welby îstifa bike.

Serokwezîrê Brîtanya Keir Starmer, bersiva pirsa gelo divê Welby îstîfa bike ya na da û got: "Ev ne meseleya min e, meseleya  dêrê ye."