Li Derayê 9 polîs hatin destgîrkirin û înfazkirin

Li herêma Dera ya dikeve başûrê Sûriyeyê ji aliyê ‘kesên nenas’ ve 9 polîs hatin revandin û înfazkirin.

Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê ragihand êrîşî avahiya şaredariya El Mazîrîb a li nêzî sînorê Urdinê ye hate kirin.

Li gorî mala Çavdêriyê êrîşkarên ku nasnameyên wan nediyar di dema êrîşkirina li ser şaredariyê de 9 hêzên ewlekariya destgîrkirine û piştre jî înfaz kiriye, cenazeyê wan jî li deverekê hiştine.

Her çendî li herêma Darayê êrîş pêk bên jî, şêwaz û zêdebûn hajmara kuştiyan di êrîşa roja Yekşemê pêk hat de jî weke ‘ne ji rêzê’ tê îfadekirin.

Midûrê Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê Ramî Abdul Rahman ê ji AFP’ê re axivî got: “Di êrîşên li dijî rejîmê de piranî nuqteyên kontrolê û dewriye tên hedefkirin, ne avahiyên hikûmetê.”