Li Delhiya Nû fabrîka şewitî, gelek kes mirin

Li paytexta Hindistanê Delhiya Nû agir bi fabrîkayekê ket, gelek kes ji ber şewatê mirin.

Li gorî nûçeyên çapemeniya xwecih dema ku agir li fabrîkayê derketibû, karker di xewê de bûne û karker di nav şewatê de mane.

Di şewatê bi kêmanî 43 kes mirin. Hê diyar nebûye bê ka şewat ji ber çi derketiye. Hate gotin şewat berê sibehê li avahiyeke 6 qatî derketiye, ku li vir çente dihatin çêkirin.

Tîma agirkuj bi qasî 50 kesî xilas kirin. Hate gotin piraniya van kesan ji ber dûxanê jehrî bûne. Tirs ew e zêdetir kes miribin.

Li Hindistanê ji ber ku rêgezên ewlehiya kar nayên bicihanîn şewat zêde çêdibin.