Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Li Danîmarkayê koalîsyona çepgir ava bû, rojeva sereke avhewa ye

Li Danîmarkayê piştî muzakereyên sê hefteyan demokrata sosyal Mette Frederîksen diyar kir ku ji bo avakirina hikumetê wan bi sê partiyên çepgir re li hev kirine.

Piştî hilbijartina di 5’ê Hezîranê de demokrata sosyal Mette Frederîksen diyar kir ku piştî muzakereyên sê hefteyan, ji bo avakirina hikumetê wan bi sê partiyan re li hev kirine.

Frederîksen got ku “Niha em gihiştine encamê.”

Frederîksen a ku ji aliyê Keybanûya Danîmarkayê ji bo avakirina hikumetê hatiye peywirdarkirin wê vê Çarşemê teksta lihevkirinê ya 18 rûpel pêşkêş bike. Dibe ku roja Pêncşemê hikumeta nû were ragihandin.

Rojeva sereke ya di navbera her par pêkhateyên çepgir de avhewa ye. Frederîksen got ku “Em ê li ser avhewayê planekê çêbikin û em ê emîsyona gaza serayê 70 ji sedî kêm bikin.”

Hemû partiyên çepgir li parlementoyê ji nav 179 kursiyan, 91 kursî bi dest xistibûn.

Hikumeta çepgir wê bi awayekî ‘mirovane’ polîtîkaya koçberan bidomîne. Hikumet wê bi kotayê koçberan qebûl bike. Ev pergal di sala 2016’an de hatibû sekinandin.