Li cîhanê milyonek mirov bi vîrûsa koronayê ketin

Pandemiya vîrûsa korona Covîd-19 li tevahiya cîhanê li milyonek mirovî geriya. Hejmara qurbaniyan 46 hezar kes derbas kir.

Vîrûsa Covîd-19 ku meha Kanûnê li bajarê Wûhan ê Çînê derket, bi lez li cîhanê belav dibe.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) li ser leza belavbûna vîrûsê fikarên xwe parve kir û diyar kir ku hefteya bê dibe ku hejmara qurbaniyan bi du qatî zêde bibe.

LI 187 WELATAN MILYONEK MIROV PÊ KETIN

Li gorî daneyên Zanîngeha John Hopkîns, heta şeva Çarşemê li tevahiya cîhanê zêdeyî 926 hezar kes li 187 welatan bi vîrûsê ketin.

Ji ber ku piraniya wan di encama testê de tespît bûn, tê gotin ku hejmara rastî ya nexweşan gelekî zêdetir e. Ji nexweşên bi vîrûsê ketin heta niha 193 hezar ji wan rehet bûn.

JI ALIYÊ HEJMARA NEXWEŞAN VE DYE DI RÊZA DESTPÊKÊ DE YE

Ji aliyê hejmara nexweşan ve DYE di rêza destpêkê de ye. Li DYE'yê bi giştî 209 hezar kes bi vîrûsê ketin.

Li Îtalyayê zêdeyî 110 hezar û 500 kes, li Spanyayê zêdeyî 102 hezar, li Çînê zêdeyî 82 hezar û 300 kes, li Elmanyayê zêdeyî 77 hezar û 500 kes, li Fransayê zêdeyî 57 hezar û 700 kes, li Îranê zêdeyî 47 hezar û 600 kes, li Qraliyeta Yekbûyî zêdeyî 30 hezar kes bi vîrûsê ketin.

HEJMARA QURBANIYAN 46 HEZAR KES DERBAS KIR

Hejmara mirovên ji ber vîrûsa korona ya nû li cîhanê jiyana xwe ji dest dan 46 hezar û 400 kes derbas kir. Tenê di nava 24 saetên dawî de li gorî daneyên fermî nêzî 5 hezar kes mirin û 77 hezar kes bi vîrûsê ketin.

Di nava 24 saetên dawî de herî zêde li DYE'yê qurbanî çêbûn. Li DYE'yê 1.036 kes, li Spanyayê 864 kes û li Îtalyayê jî 727 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Li Îtalyayê ji meha Sibatê û vir ve 13 hezar û 155 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Ji aliyê qurbaniyan ve Spanya di rêza duyemîn de ye ku heta niha 9 hezar û 53 kesî jiyana xwe ji dest dan. Li DYE'yê 4 hezar û 476 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Li Fransayê 4 hezar 3u 782 kes bûn qurbanî. Li Çînê ku vîrûs lê der bû li gorî daneyên fermî 3 hezar û 312 kes bûn qurbanî.

ÇÎNÊ HEJMARA QURBANIYAN VEŞART?

Rojên dawî gelek nûçe tên weşandin ku tê de tê gotin Çîn hejmara rastî ya qurbaniyan vedişêre. Tê gotin ku merasîmên cenazaeyan ên li bajarê Wûhanê nîşan didin ku tenê li vî bajarî herî kêm 35 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane. Dîmenên li medya civakî hatin weşandin nîşan didin ku bi hezaran kes bi saetan ji bo wergirtina cenazeyan di rêzê de dimînin. Radio Free Asia (RFA) ku ji aliyê Kongreya DYE'yê ve tê fînansekirin, îdîa kir ku hejmara rastî ya qurbaniyan 42 hezar kes in. Radyo vê îdîaya xwe dispêre agahiyên ji heft krematoryûman ku li Wûhanê cesed lê tên şewitandin.

LI GORÎ ÎDÎAYAN LI ÎRANÊ ZÊDEYÎ 14 HEZAR Û 700 KES MIRIN

Ji Îranê jî guman tê kirin ku hejmara rastî ya qurbaniyan vedişêre. Li gorî daneyên fermî li Îranê 3 hezar û 36 kesî jiyana xwe ji dest dan. Lê belê li gorî çavkaniyên mûxalîf ên li sirgûnê, li 237 bajaran 14 hezar û 700 kesî jiyana xwe ji dest dan. Hate îdîakirin ku li Tehranê 1900 kes, li Îsfahanê 1500 kes, li Horazan Razavî 1120 kes, li Mazandaranê 1060 kes, li Huzistanê 635 kes, li eyaleta Kurdistanê (beşek ji Rojhilatê Kurdistanê) 240 kes, li Kirmaşanê (Rojhilatê Kurdistanê) 400 kes û li Îlamê (Rojhilatê Kurdistanê) herî kêm 135 kesî jiyana xwe ji dest dan.