Li Cîbûtî 2 keştî noqî avêbûn: Bi kêmanî 30 koçber mirin

Hate ragihandin ku roja Sêşemê li Cîbûtî ya welatê Rojhilatê Efrîqayê di encama noqîavêbûna 2 keştiyan bi kêmanî 30 kes mirine. Bi dehan kes jî winda ne.

Li gorî daxuyaniyeke ji aliyê Rêxistina Koçberan a Naventeweyî (OIM) piştî dîtina 5 cenazeyan a roja Sêşemê û şûnde, roja Çarşemê jî 25 cenaze hatin dîtin.

OIM a diyar kir ku bi giştî 16 kes bi saxî hatin rizgarkirin, ji bo rizgarkirina koçberên ku winda bûne alîkarîkirin bi hikûmeta Cîbûtî yê re wê bidomînin.

Du keştiyên bar ên ji Godorîa ya dikeve peravên bakurê Cîbûtî yê ketin rê, piştî 30 deqeyî bi şûnde noqî avê bûye. Li gorî OIM’ê keştî wê ber bi Yemenê biketibûn rê.

Hê nehatiya zanîn di her du keştiyan de çend kes hene. Li gorî agahiyê kesekî ku sax filitî diyar kir ku di keştiyekê de 130 kes hebûn, têkildarî bê ka çend kes di keştiya din de bû agahiyên zelel neda. Fikarên OIM’ê hene ku bîlanço giran bibe.