Li Cezayîrê rewş ji serdema Boûteflîka girantir e

Di ser hilweşandina rejîma Boûteflîka salek derbas bû, lê belê li Cezayîrê zexteke ji dema Boûteflîka 'girantir û xerabtir' li ciwan û mûxalîfan tê kirin.

Li dijî Abdelazîz Boûteflîka ku ji sala 1999 ve wezîfeya Serokkomariyê dikir, ji ber rêveberiya nebaş û karên ne li rê di 22'ê Sibata 2019'an de bi pêşengiya ciwanan gel serî hildabû.

Ji ber ku hikumet û artêş neçar ma, Boûteflîka di 2'ê Nîsana 2019'an de îstifaya xwe ragihandibû. Lê belê li şûna Boûteflîka yek ji serokwezîrên berê û Wezîrê Parastinê yê heta sala derbasbûyî Abdelmacîd Tebboûne hatibû hilbijartin.

LI GORÎ DEMA BIHURÎ TIŞTEK NEGUHERIYE

Di çarçoveya 'Şoreşa Ken' (Hîrak) de ku li dijî rêveberiya Boûteteflîka par dest pê kir, ji be rxwepêşandanên girseyî û boykotê di hilbijaritnên Serokkomariyê de yên meha Kanûnê rêjeya tevlîbûnê di asta 39 ji sedî de bû. Di hilbijartinê de endamê Eniya Rizgariya Neteweyî (FLN) û namzetê xwe serbixwe nîşan dida Tebboûne bi ser ketibû.

Bi hilbijartina Tebboûne re tê dîtin ku li welêt zêde tiştek nehatiye guhertin. Sîstemeke welê heye ku hîn jî gotina endamên berê yên rejîmê derbas dibe.

HER ROJ MIROV TÊN GIRTIN

Berxwedana li dijî rêveberiya nebaş a welêt didome, Tê gotin ku taybetmendiya dîktatorî ya rejîmê û zext hîn mîna berê dewam dikin.

Li gorî nivîsa bi mohra Abdoû Semmar li malpera Algerîepartê hate weşandin, mafê mirovan li gorî dema bihurî hîn bêhtir tên binpêkirin. Nivîskar Semmar dibêje, "Cezayîr ji dema Boûteflîka bêhtir di rewşeke xerab de ye" û diyar dike ku her roj alîgirên guherînê ji bo îfadeyê ji aliyê polîsan û hêzên ewlekariyê ve tên vexwendin; li gelek ji wan heqaret û êşkence tê kirin.

Abdoû Semmar ragihand ku milîtanên tên girtin di nava şert û mercên dijî destûra bingehîn de tên hiştin û hin ciwan ji ber ku karîkaturê serokkomarê heyî li ser Facebookê parve kirine hatine lêpirsîn.

Li gorî agahiyên ji aliyê Semmar ve hatin parvekirin, di lîsteya girtiyan de ya ji aliyê Komîteya Azadiyê ya Girtiyên Neteweyî (CNLD) de hatiye amadekirin hejmara endamên tevgera Hîrak roj bi roj zêde dibe.

SÛCDARIYÊN KU DIŞIBIN ÊN LI TIRKIYEYÊ

Xuya ye ku rewşa li Cezayîr ne dûrî rewşa li Tirkiyeyê ye. Piraniya kesên hatine girtin bi sûcdariya "Heqareta li Serokkomar" û "Gefa li yekîtiya neteweyî" hatine girtin û tên darizandin.

Tê gotin ku tenê di mehên dawî de bi sedan ciwan bi van bahaneyan hatine girtin û lêpirsîn.

BÊKARÎ BANDORA HERÎ GIRAN LI CIWANAN DIKE

Li Cezayîrê ku nifûsa xwe derdora 42 milyon kesî ye bêkarî gelekî zêde ye. Li gorî daneyên fermî nifûsa çalak kêmî 13 milyonî ye û di nava wan de jî rêjeya jinan 18 ji sedî ye.

Li gorî daneyên fermî rêjeya bêkariya 12 ji sedî ye û 46 ji sedî yê bêkaran bêdîploma ne.

Di nava bêkaran de rêjeya herî bilind ciwanên di navbera 16 û 24 salî de ne. Rêjeya bêkariyê ya vê komê 27 ji sedî ye.