Li Bûrkîna Fasoyê herî kêm 27 kes hatin qetilkirin

Li Bûrkîna Fasoyê di du êrîşên cuda yên çeteyên girêdayî DAÎŞ'ê yên li dijî sivîlan de herî kêm 27 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Çavkaniyek ewlehiyê ji AFP re ragihand ku çekdaran di dawiya hefteyê de li Bûrasso ya li nêzî Dedûgû ya dikeve bakurê rojhilatê welat, êrîşek li dijî gelê sivîl pêk anîn.

Hat ragihandin ku li Bûrassoyê jin, mêr û zarok jî di nav de 15 kes hatin qetilkirin.

Çavkaniyeke herêmî diyar kir ku derdora 20 kesan jiyana xwe ji dest dane. Heman çavkaniyê got, “Çekdaran destpêkê saet derdora 17.00’an de li gund geriyan û gule berdan hewayê. Bi şev vegeriyan û bêserûber gule li gel reşandin."

Êrîşeke din li Namîsîgîma ya dikeve bakurê parêzgeha Yatenga pêk hat.

Li gorî çavkaniyên ewlehiyê 12 kes hatine qetilkirin ku 3 ji wan milîsên xwebexş in.

Di salên dawî de li herêma Sahelê êrîşên komên girêdayî El Qaîde û DAÎŞ’ê zêde bûne.

Êrîş bi taybetî li Bûrkîna Faso, Malî û Nîjerê zêde dibin. Berdêla herî giran jî sivîl didin.

Li Bûrkîna Fasoyê ji sala 2015’an û vir ve bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest dane û ji ber tundiya komên çete yên bi navê “cîhadîst” zêdeyî 1,9 mîlyon mirov neçar mane malên xwe biterikînin.

Li gor daneyên fermî ji sedî 40ê xaka welat li derveyî kontrola dewletê ye.

Li gorî bîlançoya ku ji daneyên saziya sivîl Acled hat çêkirin, ji destpêka sala 2022'an û vir ve li Malî, Nîjer û Bûrkîna Fasoyê heta dawiya meha Hezîranê 2 hezar û 57 sivîl hatin qetilkirin. Li gorî tevahiya sala bihorî di 6 mehan de zêdetir sivîl hatine qetilkirin.