Li Bûrkîna Faso êriş: 35 sivîl, 7 leşker, 80 'cîhadîst' mirin

Li herêma Arbînda ya li bakurê Bûrkîna Faso ji ber êrişa li dijî yekîneyeke leşkerî bi dehan kesan jiyana xwe dest dan.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Fermandariya Giştî sibeha Sêşemê "Hejmareke zêde terorîstan li Arbîndayê bi rengekî hevdemî êrişî leşkeran û sivîlan kirin."

Artêşa Bûrkîna Faso ragihand ku di encama şer de ku bi saetan dewam kir "80 terorîst" hatin kuştin û ji aliyê wan ve jî 4 leşker û 3 jenderme mirin û derdora 20 leşker û jenderme jî birîndar bûn.

Serokkomar Roch Marc Chrîstîan Karbore jî ragihand ku di êrişê de 35 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî Fermandariya Giştî nêzî 100 motorsîklet, gelek çek û fîşek hatin bidestxistin û di encama şer de "terorîst neçar man" vekişin.

Bûrkîna Faso li sînorê Malî û Nîjerê ye ku çeteyên El Qaîde û DAÎŞ'ê lê çalak in. Ji sala 2015'an ve êrişên çeteyan lê zêde bûn. Li gorî Neteweyên Yekbûyî ji sala 2015'an ve zêdeyî 700 kes hatin kuştin û zêdeyî 560 hezar mirov jî neçar man warê xwe biterikînin.