Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Li Bûrkîna Faso 37 kes di êrişekê de hatin kuştin

Li rojhilatê Bûrkîna Faso konvoya Semafo ku şîrketa madenê ya Kanadayî ye kete kemînê. Herî kêm 37 kes ji ber kemînê jiyana xwe ji dest dan û 60 kes jî birîndar bûn.

Li Bûrkîna Faso êrişa herî giran a pênc salên dawî hate kirin. Waliyê herêma rojhilat albay Seydû Sanû daxuyaniyek weşand û diyar kir ku êriş ji aliyê kesên çekdar ên nenas ve hate kirin.

Êriş li ser rêya ber bi navendên Fada û Boûngoû pêk hat. Êriş li dijî konvoyeke Semafo ku şîrketeke madenê ya Kanadayî ye hate kirin. Li gel konvoyê leşker jî hebûn.

Hikûmeta Bûrkîna Faso diyar kir, ku "êrîşeke tevlîhev" pêk hatiye. Hate ragihandin ku destpêkê wesayita leşkerî ya li pêşiya konvoyê bi teqemeniyê hatiye teqandin, piştre jî li du otobusên ku xebatkar tê de bûn hatiye reşandin. Rayedaran gotin, herî kêm 37 kesan jiyana xwe ji dest dane û 60 kes jî birîndar bûne.

Heta niha kesî berpirsyariya êrişê negirtiye ser milê xwe. Lê belê komên ser bi El Qaîde û DAÎŞ'ê yên li Bûrkîna Faso ji sala 2015'an ve êrişan dikin û herî kêm 600 kesan ji ber van êrişan jiyana xwe ji dest dan.