Li Burkîna Faso 19 kes hatin kuştin

Li Bakurê Burkîna Faso êrîşek çekdarî çû ser komuna Arbînda û bi kêmanî 19 kes hatin kuştin.

Êrîş çû ser komuna Arbînda ya ku bi Malî re sînor e. Rayedarekî ewlehiyê yê xwecih ji AFP'ê re axivî û got, ''Bi dehan kesên çekdar êrîş anî ser komuna Arbînda, gelek kes kuştin.''

Heman jêderê got, ''Êrîş roja yekşemê di navbeya saet 15.00 û 17.00'an de çêbû'' û diyar kir, li qadê 19 cenaze hene. Her wiha hate gotin lê digerin bê ka cenazene din hene yan na.

Li gorî jêderên ewlehiyê sibeha yekşemê li Arbînda 3 wesayit hatin sekinandin, piştre şewitandin û ajokarek hatiye kuştin.

Komuna navborî 90 kîlometreyî dûrî navenda bajarê Djîbo yê wilayeta Soûmê ye. Van demên dawî li herêmê êrîşên çekdarî zêde bûne. Ji van êrîşan komên cîhadîst berpirs têne dîtin.

Destpêka Nîsanê li Arbînda ji ber êrîşên komên 'cîhadî' 62 kes miribûn. Dawiya Nîsanê jî êrîşek çûbû ser otobêsekê û 4 rêwî hatibûn kuştin.