Li Brîtanyayê aloziya li ser Brexîtê dewam dike

Li Brîtanya Mezin ku hîn nediyar e wê wê Brexîtê çawa bi cih bîne, ji bo referandûmeke nû zext tê kirin. Lê bi gotina 'wê parçebûna li welêt mezintir bike' pêşî li vê daxwazê tê girtin.

Derketina Brîtanyayê ji nava Yekîtiya Ewropayê (Brexît) ku heta meha Adarê tê plankirin, hîn di rewşeke nediyar de ye.

Beriya dengdana li Kamara Avam, ku wê nava vê mehê bê kirin, zextên ji bo pêkanîna referandûmeke nû zêde dibin. Fikar hene ku eger peymana May bi Yekîtiya Ewropayê re dinirxîne li Kamara Avamê neyê qebûlkirin, wê Brîtanya Mezin ji aliyê aborî û serweriya li sînorên Îrlanda Bakur qels bibe.

ZEXTA JI BO PÊKANÎNA REFERANDÛMEKE NÛ

Ji ber bandora Brexîtê ya li ser aboriya Brîtanya Mezin, zexta kesên ku dixwazin referandûmeke nû bê kirin zêde dibe.

Herî dawî, Tony Blaîr ku di navbera salên 1997 û 2009'an de Serokwezîrtî kir, ji bo pêkanîna referandûmeke nû bang kiribû. Mîna Blaîr gelek siyasetmedar vê daxwazê dikin, lê Serokwezîr Theresa May li ber alternatîfa referandûmeke nû radibe.

WEZÎRÊ BREXÎTÊ: REFERANDÛMEKE DUYEMÎN WÊ PARÇEBÛNÊ MEZIN BIKE

Wezîrê Brexîtê Stephe Barclay jî destek da Serokwezîr May.

Barclay bal kişand ser 'parçebûna' li ser Brexîtê û hişyarî da ku eger referandûmeke din were kirin parçebûn wê mezintir bibe.