Li Brezîlyayê polîs û leşkerên kujer bi wesîleya Noelê hatin efûkirin

Serokdewletê Brezîlyayê Jaîr Bolsonaro ku bi rastgiriya tund û nêzîkatiyên xwe yên dijminatiya li jinê tê naskirin, ragihand ku leşker û polîsên sivîl qetil kirin bi wesîleya Noelê hatin efûkirin.

Li gorî daxuyaniya çapemeniyê ku di Rojnameya Fermî ya Brezîlyayê de hate weşandin, leşker û polîsên ku "bêyî zanebûn mirov kuştin" hatin efûkirin. Lê belê nehate ragihandin ku çend leşker an jî polîs ji efûyê sûd wergirtine.

Bi biryarê re di nava kesên hatin efûkirin de polîsên federal, sivîl, polîsên leşkerî û arkuj jî hene.

Di daxuyaniyê de ya li Rojnameya Fermî hate gotin, "Efû ji bo wezîfedarên ku di dema wezîfeya xwe de bêyî daxwaza xwe sûc kirine hatiye kirin."

Lê belê wezîfedarên ku ne di dema wezîfeyê de ji bo "tinekirina rîska li dijî xwe yan jî şexsê sêyemîn" sûc kirine, ji efûyê sûdê werdigirin.