Li Brezîlyayê ji ber bahozê 11 kes mirin, 20 kes winda ne

Li başûrê Brezîlyayê ji ber bahozê herî kêm 11 kes mirin, 20 kes jî winda bûn.

Bahoza ku di navbera Pêncşem û Înê de rû da, bîlançoyeke giran li pey xwe hişt.

Hikumeta Eyaleta Rîo Grande do Sûl ku li başûrê welêt e û li ser sînorê Ûrûgûay û Arjantînê ye, bi daxuyaniyekê ragihand ku 11 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hikumeta Eyaletê got, "Hîn jî li Caraa'yê 18 kes, li Tres Forqûîlhasê jî 2 kes winda ne."

Hate ragihandin ku ji herêmên bi rîsk 602 kes hatine veguhastin û bahozê xisar li 2 hezar û 330 malan kiriye.