Li Brezîlyayê gef li xwecihan tê xwarin

Li Brezîlyayê, gef li gelên xwecihî tê xwarin. Lobîkerên çandiniyê dixwazin dest deynin ser erdê xwecihan.

Dadgeha Bilind a Brezîlyayê, 16'ê Tebaxê biryarek da û doza tazmînatê ya ku eyaleta Mato Grosso li kabîleyên Nambîkwara û Parecî vekiribû, red kir. Eyaleta Mato Grosso dixwest, du kabîleyên xwecih ên li qadên jiyana xwezayî dijîn, tazmînatê bidin.

Piştî ku Serokdewleta sosyalîst Dîlma Roûsseff îsal ji wezîfeyê hate girtin, xeterî li ser têkoşîna mafên xwecihan jî zêde bû. Ev biryara Dadgeha Bilind ji bo gelên xwecih, gelekî girîng tê dîtin.

PIŞTÎ KU ROÛSSEFF JI WEZÎFEYÊ HATE KIRIN, LOBÎKERAN HÊ BÊHTIR ÊRÎŞ KIRIN

Mîchel Temer, ku piştî Dîlma Roûsseff bû serokdewlet, berjewendiya lobîkeran ku bi giranî parlamenterên ji herêmên bejahî di nav de ne, derdixîne pêş. Temer tawîzê dide van parlamenterên lobîker, ku ji xwediyê zeviyên mezin û şîrketen çandiniyê yên endustriyî re dixebitin. Temer, ji bo ku di dengdana li ser wezîfeya xwe de piştgiriyê ji van parlamenterên lobîker bigire, desteserkirina qadên jiyana gelên xwecihî ji aliyê lobîkerên çandiniyê ve ji nedîtî ve tê.

Yek ji wezîfedarên lêkolînê yên Zanîngeha Sao Paûlo Hervê Thêry ji rojnameya Le Poînt a Fransayê re axivî û anî ziman, xwediyên zeviyên mezin ên sûd ji valahiya li serdema Dîlma Roûsseff girtin, di serdema Mîchel Temer de hê 'bi xurtî' êrîş dikin. Thêry anî ziman, tê xwestin ku xala destûra bingehîn a li ser sînorê navbera daristanên gelên xwecihî û qadên çandiniyê bê rakirin.

DIXWAZIN CIHÊ XWECIHAN TENG BIKIN

Ev mijar çû ber destê Dadgeha Bilind a Brezîlyayê. Eyaleta Mato Grosso dixwest, sînorên salên 1960'î li ser rezervên xwezayî yên Xîngû ku xwecihî lê dijîn, bên tengkirin.

Piştî ku qadên jiyanê yên xwecihan bi tawîza Serokdewlet Mîchel Temer ji aliyê lobîkerên çandiniyê ve hatin desteserkirin, Neteweyên Yekbûyî (NY) par nerazîbûneke tund nîşan da bû. 

ÇETEYÊN SER BI LOBÎKERÊN ÇANDINIYÊ BI QASÎ HEZAR XWECIHÎ KUŞTIN

Li Amazonan, ku 5,5 mîlyon kîlometreçargoşe ye û beşeke wê ya mezin li nava sînorên Brezîlyayê ye, bi qasî 20 mîlyon kes dijîn. 

Herî dawî par, çeteyên ji xwediyên zeviyên mezin ên kabîleya Gamela ya eyaleta Maranhao dixebitin, êrîşkiribûn û destên bi qasî 200 kes ji kabîleyên xwecihî birî bûn.

Li gelemperiya Brezîlyayê, sala 2003'an di êrîşên bi vî rengî de tê gotin ku bi qasî hezar xwecihî hatine kuştin.