Li Brezîlyayê dîsa ‘îsyana girtîgehê’: 33 mirî
Li girtîgehek Monte Crîsto ya girêdayî eyaleta Roraîma ya Brezîlyayê îsyan çêbû, hat ragihandin ku herî kêm 33 girtiyan jiyana xwe ji dest dane.
Li girtîgehek Monte Crîsto ya girêdayî eyaleta Roraîma ya Brezîlyayê îsyan çêbû, hat ragihandin ku herî kêm 33 girtiyan jiyana xwe ji dest dane.
Di destpêka hefteyê de ji ber şerê di girtîgehan de 56 girtiyan jiyana xwe ji dest dabûn. Îro jî hat gotin ku li girtîgehek din mabeyna çeteyên sûcê şer derketiye.
Li gor agahiyan, di îsyana girtîgeha Monte Crîsto de herî kêm 33 kes mirine û piraniya van miriyan jî bi awayekî hovane hatine qetilkirin.
Li gel vê, di encama şerê çeteyên narkotîkê de ji destpêka vê hefteyê heta niha hejmara miriyan gihiştiye 93 kesan.
Di şerekî din ê Monte Crîstoyê de ku meha Cotmehê rû dabû, 10 girtî hatibûn kuştin.