Li Brezilyayê 57 girtî hatine kuştin

Li girtîgeha Altamîra ya Brezilya ya li eyaleta Parayê bûyer çêbûn û 57 girtî hatin kuştin.

Li girtîgeha Altamîrayê ya Brezilyayê duh pevçûn derket û 57 girtî hatin kuştin. Li girtîgehên vê herêmê pevçûna berjeweniyê ya têcirên tiryakê zêde ye.

Rayedarên girtîgehê gotin di encama pevçûna di navbeyna girtiyan de laşê 16 girtiyan hatiye parçekirin.

Waliyê Eyaleta Parayê Jarbas Vasconceles got, ''Destpêkê du qerdiyan rehîn hatin girtin, piştî demeke kurt hatin berdan. Ji ber ku ti têkiliya van bûyeran bi şertên girtîgehê re nîne. Pevçûna berjewendiyê ya komên cuda bû.''

Rayedaran gotin girtiyên li beşeke girtîgehê çûne beşeke dî û ew der dane ber êgir.

Rayedaran diyar kirin dibe ku gelek girtî fetisîbin û ji ber wê mirin, her wiha hate gotin ji bo ser bûyerê were lêkolîn, pispor çûne girtîgehê.