Li Brezîlayê di girtîgehê de îsyan: Herî kêm 60 kes mirin

Hat diyarkirin ku li Brezîlayê li girtîgehê di navbera çeteyên madeyên hişber bikar danîn de şer derket, di şer de herî kêm 60 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî malpera înternetê ya G1'ê di îsyana li Girtîgeha Anîsîo Jobîm a li bajarê Manaûs a girêdayî Eyaleta Amzonasê de derketî, herî kêm cenazeyê 50 kesan hate derxistin, daneyên fermî ev hêjmar heta 60 da diyarkirin.

Hat destnîşan kirin ku îsyana ku li girtîgehê derketî ji roja Yekşemê di navber komên çeteyan de li ser lihevnekirinê derketiye û di bûyeran de heta niha 12 gardiyan jî hatine dîlgirtin.

Sekereterê Ewlekariyê yê Amazonas Sergîo Fontes, diyar kir ku di dema îsyanê de gelek kes hatine serjê kirin û kuştin. Fontes bi bîr xist ku girtîgeh hatiye kontrolkirin, lê lêgerîn hê jî dewam dike, da zanîn ku dibe hêjmara kuştiyan hê zêdetir bibe.

Li Brezîlyayê ji aliyê gelek dezgehên navneteweyî ve têkildarî rewşa girtîgehan hişyarî dabûn. Ji beriya niha li welat gelek caran di girtîgehan de şer û îsyan pêk hatibûn û di van şeran de jî gelek kesan jiyana xwe ji dest dabûn.