Li Bolîvyayê hilbijartina serokkomariyê

Piştî ku Evo Morales dan îstîfakirin gelê Bolîvyayê piştî salekê ji bo hilbijartina serokkomar çûn ser sindoqan.

Morales ê ku di navbera salên 2006 û 2019’an de serokkomar bû, cara pêşîn nebû berendam.

Morales ê ku yek ji navê sembolîk ê çepgiriya Emerîkaya Başûr e, par ji ber ku mûxalefetê got di hilbijartinê de dek û dolab hatiye kirin, îstîfa kiribû û neçar mabû ji welat derkeve.

6 kesan ji bo serokkomariyê berendamiya xwe eşkere kirine. Bi vê hilbijartinê re wê hikumeta demdemî ya di bin rêveberiya Jeanîna Anez bi dawî bibe.