Li Bolîvyayê bi hezaran kes li dijî hikumeta rastgir meşiyan

Li Bolîvyayê, bi hezaran kesên ku li ber pêkanîna karantînayê ya ji ber vîrûsa koronayê rabûn, li paytext La Pazê polîtîkayên tenduristî, perwerde û kar ên hikumeta rastgir şermezar kirin.

Meşa li La Pazê, ji Adarê dema destpêkirina şewba Covîd-19 û vir ve çalakiya herî mezin a protestoyî bû.

Di çalakiyê de ku ji aliyê sendîkaya Central Obrera Bolîvîana (COB) ve hate organîzekirin, polîtîkayên kar, tenduristiyê û perwerdeyê yên wekîla Serokkomar Jeanîne Anez hatin şermezarkirin.

Serokê sendîkayê madenkar Jûan Carlos Hûarachî li çalakiyê axivî û diyar kir ku gel ji bo vegotina pêwîstiyên xwe li hev kom bûye.

Derdora 4 hezar kes tevlî çalakiya protestoyî bûn. Çalakgerên ku li bajarê El Alto li hev kom bûn bi 12 kîlometreyan heta ber avahiya hikumetê ya li La Pazê meşiyan. Her du bajarên ku meşê jê dest pê kir û lê bi dawî bû di karantînayê de ne.

Hûarachî got, "Em piştgiriyê didin çalakiyên mamosteyan ên li dijî perwerdeya li ser înternetê û dixwazin ku Wezîr (Vîctor Hûgo) Cardenas îstifa bike."

Rayedarekî din ê sendîkaya COB'ê Gûstavo Arce jî bal kişand ser derxistina karkeran ji kar a bi rengekî girseyî û destnîşan kir ku ew vê yekê şermezar dikin. Çalakgeran dirûşmên "Hûn çi dixwazin? Yekser hilbijartinê dixwazin" qîriyan.

Tê payin ku hilbijartinên giştî di 6'ê Îlonê de bên lidarxistin. Wekîla Serokkomar Anez hewl dide bi hinceta şewbê hilbijartinê taloq bike.

Anez, pênc wezîr û Serokê Kongreyê Eva Copa, her wiha gelek karmendên payebilind bi vîrûsê ketine. Vîrûsa koronayê li welêt bi 50 hezar kesî ketiye û nêzî 2 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane.