Li Bexdayê sê teqînên cuda, li Kerkûkê liv û tevgera DAÎŞ'ê

Li Iraqê çalakiyên ji bo şermezarkirina rejîmê didomin. Balkêş e ku di nava du hefteyên dawî de çeteyên DAÎŞ'ê êrişên xwe zêde kirin.

Li paytext Bexdayê li sê deverên cuda bi hevdemî bombe teqiyan. Li Kerkûkê û herêmên 'cihê nîqaşê' jî DAÎŞ ji nû ve kete nava liv û tevgerê. Lîder û rûspiyên eşîran li dijî şerê navxweyî hişyar kirin.

Li paytext Bexdayê di teqînan de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 11 kes birîndar bûn. Tevî vê yekê li Kerkûk, Xurmatû, Xaneqîn û Diyalayê ku weke 'herêmên cihê nîqaşê' tên pênasekirin û li Anbar, Mûsil û Selahaddînê çeteyên DAÎŞ'ê ji nû ve ketin nava liv û tevgerê.

Artêşa Iraqê li Kerkûkê û Selahaddînê dest bi oeprasyonê kirin. Fermandarê Operasyonên Kerkûkê Korgeneral Saad Harbiye ragihand ku operasyona li başûrê Kerkûkê û nêzî navçeya Tûzhûrmatû ya Selahaddînê dest pê kir dibe ku sê rojan dewam bike. Harbiye anî ziman ku balafirên şer ên Hêzên Hewayî yên Iraqê jî beşdarî operasyonê bûne.

Hate ragihandin ku li derdora Kerkûkê stargeheke DAÎŞ'ê hate tespîtkirin û 6 DAÎŞ'iyên di stargehê de hatin kuştin.

Li Xaneqînê jî DAÎŞ'ê êriş kir û sivîlek û 3 leşkeran jiyana xwe ji dest dan.

Di vê navberê de lîder û rûspiyên eşîrên herêmên navîn û başûr ên Iraqê ku ji xwepêşandanên li dijî hikumetê û zêdebûna êrişên DAÎŞ'ê bi fikar in, ji lîderê rûhanî yê Şîa Alî Sîstanî re ragihandin ku li Iraqê dibe ku şerê navxweyî rû bide.

Rûspiyên eşîran ji Sîstanî xwestin ku bi însiyatîf tevbigere.