Li Bexdayê piştî êrîşa DYE’yê ji bo Silêmanî bi hezaran kes kom bûn

Li paytexta Iraqê Bexda ji bo merasîma cenazeyê Generalê Îranî Qasim Silêman û Fermandarê Heşdî Şebî Ebû Mehdî Muhendis bi hezaran kes li hev kom bûn, dirûşmên ‘Bimre Emerîka’ qîr kirin.

Girseya ku li Taxa Kazimiye kom bûn dirûşmên ‘Ji bo Ebû Mehdî El Muhendis tolhildan’ qîr kirin.

Hêjayî gotinê ye 3’ê Çileyê ber destê sibehê hêzên Amerîka bi mûşekan wesayîta Fermandarê Sûpay Qudsê Îran û Sûpay Pasdaran Qasim Silêmanî, Cîgirê Fermandarê Giştî yê hêzên Heşdî Şebî Ebû Mehdî Mûhedîsî û 8 kesên din li balafirgeha Iraqê kirin hedef. Di êrîşê de bi giştî 10 kes mirin ji van 5 Iraqî û 5 jî Îranî bû.

Cenazeyê 5 Iraqiyan li ser pîkaban li ala neteweyî pêçayî birin Kazimiyê. Di nava girseya qelebalix a xwe bi reş pêçayîn de di destê hinekan de posterên Lîderê olî yê Îranê Elî Xamneyî û hinekan jî Lîderê Hizbûlaha Lubnanê Hesen Nasralah hildabûn.

Piştî meşê wê li Herêma Kesk merasîmekek fermî bê kirin.