Li Bexdayê li ber sefaretxaneya Emerîkayê çalakiya rûniştinê

Alîgirên Heşdî Şebî ku Sêşemê bi ser sefaretxaneya DYE'yê de girtibûn Çarşemê jî çalakiya rûniştinê domandin. Piştî nîvro Heşdî Şebî bang li alîgirên xwe kir da ku vekişin.

Bi hezaran milîsên Heşdî Şebî yê alîgirê Îranê û alîgirên wan Sêşemê êrîş birin ser sefaretxaneya DYE'yê. 1979'an li Tehranê û 2012'an jî li Libyayê Bîngaziyê çalakgeran bi ser sefaretxaneyên DYE'yê de girtibûn.

Li Herêma Kesk bi giştî tevdîrên jidiyayî yên ewlehiyê têne standin, piştî ku Sêşemê bi hezaran kes ketinê, herêm Çarşemê ji bo ku çalakgerê nû werin astengkirin hate girtin.

Bi sedan kesên ku li hundir man çalakiya rûniştinê ya li ber sefaretxaneyê didomînin. Sêşemê milîsên Heşdî Şebî û alîgirên wan kevir avêtin sefaretxaneyê, alayên Emerîkayê şewitandin û bi dirûşmeyan gotin, ''Ji Emerîkayê re mirin''.

Ji bo ku çalakî were domandin bi qemyonan nivîn û malzemeyên din anîn cihê çalakiyê.

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê hê ti mudahele nekiriye. Hêzên Emerîkî ji bo demek kurt gazên bombeyên avêtin.

Alayên spî yên Heşdî Şebî û alayên zer ên Tûgayên Hîzbûllayê bi deriyê sefaretxaneyê ve hatine kirin.

Piştî nîvro Heşdî Şebî bang li alîgirê xwe kir ku ji ber sefaretxaneyê vekişin. Lê hate goitn Tûgayên Hîzbûllahê ku baskê radîkal ê Heşdî Şebî ye, wê li wir bimînin.