Li Bexdayê bi hezaran kes beşdarî merasîma cenaze bûn

Li paytexta Iraq Bexdayê ji bo fermandarê Îranî Qasim Silêmanî û milîsên Heşdî Şabî merasîma cenaze hate lidarxistin. Serokwezîrê ku  îstifa kiribû Adil Abdulmehdî jî beşdarî merasîmê bû.

Li Iraqê, ji bo Fermandarê Hêza Qudusê ya girêdayî Mûhafîzên Şoreşa Îranê Qasim Silêmanî û Alîkarê Serokê Haşdî Şabî Ebû Mehdî El-Muhendîs ên di êrîşa hewayî ya duh a DYE’yê de hatibûn kuştin, merasîma cenaze hate lidarxistin.

Merasîma cenaze li Cadîriye ya navenda paytexta Bexda Iraqê hat lidarxistin. Serokwezîrê Iraqê Adîl Abdulmehdî, rayedarên hikumetê, fermandarên Haşdî Şabî ya hêzên mîlîsên Şîî û bi sedan mîlîs û sîvîl beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîma cenazeyê de, dirûşmeyên “Ji Emerîka re na”, “Ji Îsraîlê re na” û “Îblîsê herî mezin Emerîka” hatin berzkirin. Piştî merasîmê wê cenaze ji bo bajarê Kerbelayê bên şandin. Dûre wê cenazeyê Muhendîs li Necefê bê definkirin.  

Serokê olî yê Îranê Ayetûllah Alî Hamaney, piştî bûyerê li Îranê 3 roj şîn îlan kir û li şûna Silêmanî alîkarê wî Tuggeneral Îsmaîl Kaanî tayîn kiribû.