Li Bexdayê 4 çalakvanên din jî mirin

Ji ber bombeyên gazê yên hêzên ewlekariyê li paytexta Iraq Bexdayê 4 xwepêşanderên din mirin.

Li gorî çavkaniyên tenduristiyê îro 4 xwepêşander ji ber kapsûlên gazê ku li wan ketine mirine.

Xwepêşandanên protestoyî 1’ê Mijdarê bi daxwaza hilweşîna rejîmê destpê kiribû. Li gorî Neteweyên Yekbûyî heta niha kesên ji ber kapsûlên gazê yên li wan ketine 20 kes mirine. Bikaranîna van cûrên çekên leşkeri 10 qat ji çekên polîsên li welatên din ên deverên cuda bikar tînin girantire. Piraniya kesên dimirin ji ber dema li sere wan dikevin parçe dibin û wisa dimirin.

Li gorî daneyên giştî ji 1’ê Cotmehê heta niha 330 kes mirine.

Mirinên dawî di dema civînên di navbera NY û Iraqê de pêk dihatin de çêbûne. NY bi taybet daxwaz dike ku sîstema hilbijartinê bê guhertin û li dorî daxwazên reforma Destûra Bingehîn çareseriyek siyasî bibinin.