Li Berlînê li dijî nijadperestiyê mîtînga mezin

Li paytexta Elmanya Berlînê li dijî nijadperestiyê bi sedhezaran kes derket kolanan.

Kolektîfa “Nayê cihêkirin” (#unteilbar)  eşkere kir ku 240 hezar kes tevlî mîtîngfa li Berlînê bûne. Organîzatorên mîtîngê li bendê bûn ku 40 hezar kes beşdar bibin. Kolektîfa #unteilbar, ji gelek rêxistinên civaka sivîl, hunermend û kesayetiyan pêk dihat.

Çalakvanên ku dirûşmeyên, “Bi dengê bilind û eşkere bêjin, em cihê nabin” berz kirî heta ber deriyê Brandebourgê meşiyan.

Hunermendên navdar ên Elman jî bi stranên xwe beşdarî mîtîngê bûn û beşdarvanan re konser dan. Dîsa gelek partiyên sivîl û saziyên civaka sivîl jî tevlî mîtîngê bûn.

Di çalakiyê de pankartên weke, “Ji Naziyan re cih nîn e”, “Di behrê de rizgarkirina penaberan ne sûc e”, “Pêtir hezkirin, kêmtir kîn” hatin hilgirtin.

Hefteyên dawî bi heman armancê li Munîch û Hambûrgê bi hezaran kes derketibû kolanan.