Li Berlînê îstasyona trenê hate valakirin

Li paytexta Elmanya Berlînê ji ber dûmana zêde îstasyona trenê Zoolagîscher Garten hate valakirin. Polîsan ragihand ku ji ber arizayeke teknîkî xetên elektrîkê yên trenê şewitîne.

Li Berlînê ji ber dûmana li gara trenê ya Zoo ku yek ji navendên girîng ê bajêr e, 15 kes hatin rizgarkirin û gara trenê heta demekê hate girtin. Hate hînbûn ku trenên ku wê ji banliyoyên îstasyona Tîergarten ber bi Zooyê biçûna, paşve hatine vegerandin.

Îtfaiyeya Berlînê li ser hesabê xwe yê twîtterê ragihand ku ji ber dûmanê kesek birîndar bûye. Gelek polîs û wesayîtên agirkûjiyê çûn cihê herêmê û diyar bû ku dûman ji ber şewata xetên elektrîkê pêk hatiye.