Li ber girtîgeha Evînê li dijî îdamê çalakî

Malbatên girtiyên ku cezayê îdamê lê hatine birîn û aktîvîst li ber Girtîgeha Evînê ya li Tehranê kom bûn û xwestin ku cezayên îdamê bên rawestandin.

Ev çalakî di çarçoveya “Kampanyaya Rojên Sêşemê Ji Îdamê Re NA” hate lidarxistin ku ev kampanya ev demeke tê domandin.

Di nav çalakvanên li ber girtîgehê kom bûn de, aktîvîstên mafên mirovan Nergiz Muhammedi, Cafer Penahi, Hesti Emiri, Areş Sadiki, Kamiz Nurozi, Şiqayiq Muradi, Arya Şehi û Huseyin Rezak jî hebûn.

Çalakvanan xwestin ku cezayê îdamê, demildest bê sekinandin. Girtiyên li girtîgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê, her roja Sêşemê li dijî cezayên îdamê dikevin greva birçîbûnê.