Li benderên Kanadayê ji ber grevê kar sekinî

Li Kanadayê ji ber li hevnekirina kar bendera herî mezin a welêt a li Vancoûverê jî di nav de, li gelek benderan kar sekinî.

Piştî muzakereyên bêyî encam ku bi mehan dewam kirin, li 30 benderan zêdeyî 7 hezar barhilgirên termînal û 49 karsaz dest bi grevê kirin.

Taşerontî, otomasyona benderê û bihabûna jiyanê, bûn sedemê bingehîn a çalakiya kolektîf a sendîkaya navneteweyî ILWU’yê.

Serokê şaxa sendîkayê ya Kanadayê Rob Ashton wiha got: “Ji bo pêşeroja karê me divê em vê biryarê berçav bigirin.”

Ashton diyar kir ku ew peymana komî ya ji bo mafên karkeran dipejirînin. Peyma komî wê 31’ê Adarê bidawî bibe.

Komeleya Karsazên Deryavaniyê ya Columbîa ya Îngilistanê got ku wan gelek caran hewl da ku li ser tiştên sereke li hev bikin, lê nekarîn bikin.