BI DÎMEN

Li Bendava Tişrînê berxwedana hevpar a gelan

Şervanê Ereb Agirî Til Temir işaret bi girîngiya berxwedana li Bendava Tişrînê kir û got, "Em Kurd, Ereb, Suryan, Asûr û Tirkmen têkoşîneke hevpar dimeşînin. Heta ku em hebin em ê li ber xwe bidin."

AGIRÎ TIL TEMIR

Şervanên ji hemû eniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Bendava Tirşînê bi biryardarî berxwedaneke hevpar dimeşînin. Şervanên YPJ û QSD'ê û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li Bendava Tirşînê û derdora Qereqozaxê li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê berxwedaneke dîrokî dikin.

Dewleta Tirk û çeteyên wê ji 28'ê Îlonê û vir ve êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê giran kirine. Bi taybetî Bendava Tişrînê û herêma Qereqozaxê bûne hedefa sereke ya van êrîşan. Ji ber ku ev herêm ji aliyê enerjî û çavkaniya avê ya gelên herêmê cihekî stratejîk e, şerê ku diqewime wê rîskê çêdike ku felaketeke mirovî rû bide. Ev rewş gelê herêmê dixe nava fikarên mezin.

Şerê li Bendava Tişrînê û herêma Qereqozaxê ji bo paşeroja Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelekî girîng e. Dewleta Tirk û çeteyên wê dixwazin vê herêmê bi dest bixin û piştre tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bikin. Li pişt van êrîşan ew armanc heye ku jiyaan gelê herêmê ji holê bê rakirin, bingeha neteweya demokratîk bê tinekirin, jiyana hevpar a gelan û yekîtiya çandî bi dawî bibe, azadiya jinê ji holê bê rakirin. Ev rewş li ser gelê herêmê gefeke mezin e.

Li hemberî vê yekê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dora Bendava Tişrînê di nobedê de ye û xaka xwe diparêze. Mirovên ji Şehbayê koç kirine, koçberên ji Kobanê, Hesekê, Reqa, Dêrazor, Serêkaniyê û Şedadê û gelê herêmê hemû li hemberî van êrîşan berxwedaneke hevpar dimeşînin. Di vê demê de şervanên ji hemû eniyên herêmê hatin, bi ruhekî bûn yek û li dijî hêzên dagirker têdikoşin.

EM JI BO YEKÎTIYA GELAN ŞER DIKIN'

Yek ji şervanên li Bendava Tişrînê li ber xwe dide Agirî Til Temir e ku endamê meclîsa leşkerî ya bajarokê Til Temirê ye. Agirî şervanekî Ereb e, balê dikişîne ser girîngiya berxwedana li Bendava Tişrînê û dibêje, "Em niha li Bendava Tişrînê ne, ji ber ku divê em herêmên xwe ji dewleta Tirk û çeteyên wê biparêzin. Ji bo vê carê weke Efrîn û Serêkaniyê nekeve, xaka me neyê dagirkirin. Em ji dijminê xwe re dibêjin, em ê Bendava Tişrînê neterikînin. Heta ku em hebin em ê li ber xwe bidin. Li vê derê gelên Kurd, Ereb, Suryan, Asûr û Tirkmen bi hev re li ber xwe didin, têkoşîneke hevpar dimeşînin. Em ji bo xwişk û biratî, ji bo yekîtiya gelan şer dikin. Ji bo yekîtiya gelê Kurd şer dikin."

Şervanê QSD'ê Agirî Til Temir ku 12 sal in di nava hêzên parastinê de ye, tîne ziman ku ev yek berxwedan û şerê destpêkê nîne û dibêje, "Di berxwedanên Serdemê û Rûmetê de, li Dêrazorê di operasyonên li dijî çeteyên DAÎŞ'ê de hebûm. Niha jî ji bo parastina gel û herêma me em li Bendava Tişrînê şer dikin. Ji her gundê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel tevlî vê berxwedanê bû û ev berxwedan nîşaneya ruhê neteweya demokratîk e. Her kesên ku tevlî berxwedanê bûne ji ber ked û têkoşîna wan em wan pîroz dikin."