Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Li Belçîkayê polîsan êrişkareke jin birîndar kir

Li bajarê Gand ê Belçîkayê jinekê bi kêrê êrişî du kesan kir. Polîsan jî gule berdan êrişkarê û ew ji destê wê birîndar kir.

Li gorî medya Belçîkayê, bûyer êvara Yekşemê qewimî. Rojnameya xwecihî Het Laatste Nîeûwsê ragihand, jinekê bi kêrê du kes birîndar kir, lê rewşa birîndaran ne giran e. Malpera DHnetê jî diyar kir ku yek ji birîndaran ji mîdeya xwe ku kêr lê ket, birîndar bûye.

Hate ragihandin ku polîsan gule berdan êrişkara ku kêr di destan de bû û ew ji destê wê birîndar kir. Dozgeriyê ragihand ku ti nîşane nîne ku bûyer "êrişeke terorîstî" be.

Rojnameya Nîeûwsbladê jî diyar kir ku bûyer "cidî" ye û lêpirsîn tê meşandin. Li ser bûyerê detayên berfireh nehatin eşkerekirin.