Li Belçîkayê kesek bi gumana wê bi wesayîtê êrîş bike hate girtin

Li bajarê Anvers ê Belçîkayê welatiyek Fransî bi gumana ku wê bi wesayîtê êrîşekê lidar bixe hate binçavkirin.

Li Anversê li ser rêyeke ku meqamên bazirganiyê lê ne welatiyê ku lez da wesayîta xwe û bû sedema ku welatiyên derdor birevin, ji aliyê leşkeran ve mudaxele hate kirin.

Hat diyarkirin ku tevî hemû hewldanên rawestandinê jî, kesê ku hê zêdetir lez da wesayîtê li nava bajêr piştî şopandinê hate rawestandin.

Kesê ku di bûyerê de hate girtin welatiyê Fransî yê bi navê Mohammed R. ê sala 1977’an jidayîk bûyî ye.

Piştî bûyerê asta ewlekariyê li bajarê Anvert gihişte asta herî jor, Serokwezîr Charles Mîchel anî ziman ku ew wê bi xwe şopdarê bûyerê be. Mîchel diyar kir ku hêzên ewlekariyê ‘bi awayekî nimûne karê xwe dikin’ û wê li Anvers di nava tevgerê de bin.