Li Belçîkayê bersûcê Qirkirina Tûtsî sûcdar hate dîtin
Dadgeriya Belçîkayê mohra xwe danî binê biryareke nû û rayedarekî payebiind ê Rûandayî yê berê ku di Qirkirina Tûtsî ya 1994'an de rola xwe hebû ji 'sûcê qirkirinê' mehkûm kir.
Dadgeriya Belçîkayê mohra xwe danî binê biryareke nû û rayedarekî payebiind ê Rûandayî yê berê ku di Qirkirina Tûtsî ya 1994'an de rola xwe hebû ji 'sûcê qirkirinê' mehkûm kir.
Di sala 1994'an de li Rûandayê hikumeta Hûtû li pêş çavên dinyayê li dijî gelê Tûtsî qirkirin kir. Di dozekê de ya li Belçîkayê der barê mijarê bi rê ve diçe, hikumet hate dayin ku bersûc ji qirkirinê û sûcê şer sûcdare.
Karmendekî payebilind ê berê yê hikumeta Rûanda yê ji gelê Hûtû Fabîen Neretse ji 'sûcê qirkirinê û şer' sûcdar hate dîtin. Biryar ji aliyê Dadgeha Ceza ya Giran a Brukselê ve hate wergirtin.
Neretse di dozê de bi rengekî negirtî dihate darizandin. Tê payin ku cezayê li dijî sûcê ku Neretse kiriye îro bê eşkerekirin.
Di dema êrişên qirkirinê yên sala 1994'an de nêzî 800 hezar mirovên Tûtsî jiyana xwe ji dest dan. Artêşa Welatparêzên Rûanda ya bi lîderiya Serokdewletê niha Paûl Kagame piştî ku hikumeta Hûtû hilweşand, hingî êrişên qirkirinê jî rawestiyan.