Li Basrayê qeyran civakî: Parlamento bi lezgînî dicive

Li bajarê Basra yê Iraqê gel rabû raperînê. Tevî bangên arambûnê û êrîşên hêzên ewlehiyê yên kujer raperîn nesekiniye. Parlamentoya Iraqê bi vê rojevê roja şemiyê dicive. 

Basra, piştî Bexdayê deyemîn bajarê mezin ê Iraqê ye. Ligel ku li herêma Şatul ereb a Dîcle û Firat dikevin ser û xwedî gelek dewlemendiyên binerdî yên petrolê ye jî ji hêla bajarvaniyê ve ji bajarê herî paşde hatî hiştin yek jî jî ew e. 

PIŞTÎ 30 HEZAR KES BI JEHRÊ KETIN BÛYERAN DÎSA DESTPÊ KIR

Roja 8 Tîrmehê ji ber bêxembûna rêveberiyê, xizantî, bêkarî, tengasiyên kehrebe av û hwd, bûyerên civakî destpê kiribûn. Ji ber van sedeman nerazîbûnên gel vegeriyabûn protestoyan daketibûn kolanan. Piştî ku ji ber ava qirêj 30 hezar kes bi jehrê ket, ji nû ve gel daket kolanan. 

Ev hefteyek e pêt û dû ber bi asîmanê bajêr ve bilind dibin. Avahiya walîtiyê, yên partiyên siyasî û navendên hêzên çekdar hatin şewitandin. Roja pêncşemê dîsa bi hezaran kes daket kolanan û. Li gorî daneyên wezareta tendirûstiyê herî kêm kesek miriye û 35 kes birîndar bûne. Ji birîndaran 34 kes welatiyên sivîl in, 11 jê ji hêzên ewlehiyê ne.

DESTPÊKA TÎRMEHÊ HERÎ KÊM 23 KES MIRIN

Dema meha Tîrmehê jî bûyeran destpê kirî, çalakvanan partiyên siyasî û komên çekdar armanc kiribûn. Ev tevger di demeke kurt de heta başûrê welêt û Bexdayê belav bibû. Roja înê careke dîtir bûyeran destpê kir û ji bo ku hêzên ewlehiyê serî li tundiyê da hêrsa çalakvanan zêdetir bû. roja 4’ê Îlonê tenê li Basrayê 6 kes hatin kuştin. Ji destpêka Tîrmehê heta niha herî kêm 23 kes hatine kuştin. 

PARLAMENTO BI LEZGÎNÎ DICIVE

Piştî ku bangên arambûnê bê encam man, parlamentoyê bîryar da ku roja şemiyê bi vê rojevê bicive. Wê serokwezîr Ebadî û gelek wezîr di civînê de amade bin. Parlementoyê di derbarê mijarê de daxuyaniyek da û got; “wê di civînê de pirsgirêk, çareseriya pirsgirêkan û pêşketinên dawî bêne destgirtin.”