Li Bangladeşê keştî noq bû: 25 kes mirin

Li Bangladeşê keştiyek noqî binê avê bû, herî kêm 25 kes mirin ku gelek ji wan zarok in.

Li herêma Pançagarh a Bangladeşê, komek ji Hîndû ji bo tevlî çalakiya Roja Mayalaya ya Festîvala Dûrga Pûja bibin, bi keştiyê berê xwe dan Perestgeha Badheshwarê.

Hate ragihandin ku bi dema herêmî saet di 14:30'î de keştî li Çemê Karatoyayê noq bû. Di bûyerê de 25 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan ji kesên jiyana xwe ji dest dane 12 jê jin, 8 jî zarok in. Rayedaran diyar kirin ku di keştiyê de nêzî 70 kes hebûn.

Par meha Nîsanê jî keştiyeke rêwiyan û keştiyeke kargo li nêzî paytext Dakkayê li hev ketibûn û di encamê de 34 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.