Li Baltikê di navbera balafirên Rûs û NATO’yê de alozî

Hat ragihandin ku balafirên bi hincta ku balafirên Rûsya sehaya hewayî ya Estonya ya ku endamê NATOyê ye îxlalkiriye, ketiye sehaya hewayî ya Fîlandiyayê.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê NATO’yê ve hate dayîn, hat ragihandin ku 2 balafirên bi tîma MiG-31 û balafirekî ya veguhestinê ya Antonov AN-26 a Rûsya, sehaya hewayî ya Estonyayê îxlalkiriye. Di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku ji bo rawestandina balafiran balafirên F-18 ê Îspanya rabûne hewayê.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Fîlandiyayê ve hatiye dayîn jî, ragihand balafirên Îspanî yên aîdî NATO’yê jî li vê sehayê, sehaya xwe ya hewayî îxlalkiriye. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li hemberî vê balafirên şer jî rabûne.

Qewimîna bûyerê ya piştî hevdîtina Alîkarê Serokê DYA’yê Mike Pence ya li Estonayayê ku bi rasthatina endamtiya Gurcîstanê ya NATO’yê di rojevê de ye , bal kişand.

Rûsya di salên dawî de zêdebûna leşkeran a li Estonya, Letonya, Lîtvanya û Ewropaya Rojhilat a welatên Baltik ên NATO’yê weke ‘gef’ dinirxîne.

NATO û welatên berê yên Varşova Pakti jî destnîşan dikin ku piştî ku sala 2014’an Rûsya Kirim îhlaq kir û şûnde hewldaneke ya ‘dagirkirinê’ li hemberî xwe dibînin.